• Sunday, 19 May 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li şandeyekî Xwandina Bilind û Zanîngehên Urdinê kir

Serok Barzanî pêşwazî li şandeyekî Xwandina Bilind û Zanîngehên Urdinê kir

 Roja 06.05.2024ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyekî Xwandina Bilind û Zanîngehên Urdinê kir, ku pêkhatibû li Cîgirê Wezîrê Xwandina Bilind a Urdinê Dr. Memun Eldubî û serokên 9 zanîngehên wî welatî û herwaha konsulê giştî yê Urdinê li Hewlêrê Fuad Elmecalî.

Di hevdîtinê de şandeya mêvan rola Serok Barzanî ya di proseya siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û kûrkirina çanda pêkvejiyan û geşedana Herêma Kurdistanê bilind nirxand û behsa dostanî û peywendiyên dîrokî yên di navbera Urdin û gelê Kurdistanê de jî amadebûna xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên akademîk û hevkarî û hemahengiya navbera zanîngehên herdu aliyan nîşan dan.

Di hevdîtinê de Serok Mesûd Barzanî amaje bi peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Qraliyeta Urdinê kir û spasiya Qral Ebdula û Hikûmet û Gelê Urdinê kir, ku di qonaxên cuda de hevsoz û alîkarê gelê Kurdistanê bûne. Herwaha behsa kûrkirina peywendî û dostaniya navbera herdu aliyan yên di warê cuda de jî kir.

Top