• Sunday, 19 May 2024
logo

MAIN spasiya hikûmeta Kurdistanê dike

MAIN spasiya hikûmeta Kurdistanê dike

Serokwezîr pêşwaziya Serokê saziya MAIN ya Norwêjî kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya serokê saziya destpêşxeriya operasiyonên navnetewî yên nûjdarî ya Norwêjê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Serokê operasiyonên navnetewî ya saziya destpêxeriya nûjdarî ya Norwêjî (Medical Aid Initiative Norway) Gairfeld kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan û rewşa însanî ya li herêma Kurdistanê de kir.

Serokê operasiyonên navnetewî ya saziya destpêşxeriya nûjdarî ya Norwêjê Gairfeld diyar kir ku, berdewam dibin li ser şandina hevkariyên însanî û nûjdarî bo herêma Kurdistanê û spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir jiber pêşkêş kirina karasanî û hevandina aware û penaberan li herêma Kurdistanê de.

Me jî hevkariyên saziya han bilind nirxandin ku, li gel dezgeha xêrxwaziya Barzanî kar û projeyên hevbeş di warê hevkariya însanî de cîhbicîh dikin.

Top