• Monday, 20 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime pêşiya wan êrîşan were girtin

Mesrûr Barzanî: Lazime pêşiya wan êrîşan were girtin

Li gel wezîrê elektirîkê yê hikûmeta federalî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê elektirîkê yê hikûmeta federalî civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya wezîrê elektirîkê yê federalî birêz Ziyad Elî Fazil kir.

Me giftûgo derbarê kar, proje û reformên nava kerta elektirîkê û pêwîstiya berdewam bûna hemahengiya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî bo baştir kirina rewşa elektirîkê kir.

Me balkêşande ser vê yekê ku, bi êrîşa terorîstî ya çend rojên derbasbûyî bo ser stasiyona Kor Mor û ev yek dubare kir ku, êrîş bo ser jêrxana abûriya herêmê zirarê dide tevahiya welatiyên Îraqê û lazime dawî bi wan êrîşan were û pêşiya wan were girtin.

Me herwiha amadebûna herêma Kurdistanê bo her cure hevkarî û hemahengiyeke pêwîst li gel hikûmeta federalî diyar kir bo pêşde birina jêrxana enerjiyê ku, lazime cîhbicîh kirina her projeyekê jî bi tenê bi rêya dezgehên fermî yên hikûmeta herêma Kurdistanê ve be.

Wezîrê elektirîkê yê hikûmeta federalî jî stayîşa hemahengî û têkiliyên baş yên di navbera her du wezaretên federalî û herêmê de bo pêşkêş kirina baştirîn xizmetgozariyan bi welatiyan ku, armanca hevbeş ya her du aliyane, kir.

 

Top