• Thursday, 09 May 2024
logo

Stenbol: DEM Partiyê bi bernameyekê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî

Gulan Media April 27, 2024 Nûçe
Stenbol: DEM Partiyê bi bernameyekê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî

DEM Partiyê li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê di rojbûna Celadet Alî Bedirxan de bernameyeke mezin a bi beşdariya gelek kesan li dar xist.

Bername li Navenda Cemal Reşît Reyê ji hêla Komîsyona Çandê ya DEM Partiyê ve û bi piştgiriya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Enstîtuya Kurdî ve bi rê ve çû.

Bername bi lîstikeke şanoyê ya ku behsa jiyana Celadet Alî Bedirxan dike dest pê kir.

Nivîskar Firat Cewerî û Selîm Temo jî gotarên xwe pêşkêş kirin.

Salona mezin ji ber qerebalixiya zêdê têrê nekir û gelek kesan bername li ser pêyan temaşe kir.

Celadet Alî Bedirxan 26ê Nîsana 1893yan li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê ji dayik bû û 15ê Tîrmeha 1951ê li Şama paytexta Sûriyeyê koça dawî kir.

Di 58 salên jiyana xwe de Celadet Alî Bedirxan di hemû waran de xizmeteke bêhempa pêşkêşî ziman, çand û edebiyata miletê xwe kir.

Celadet Alî Bedirxan di qada çand û edebiyata Kurdî de wekî cotkarekî zeviyekê cot bike xebitî û bi berhem û xebatên xwe bû yek ji bingehdarên edebiyata Kurdî ya hemdem.

 

 

Top