• Saturday, 04 May 2024
logo

Parlamentoya Brîtanyayê qebûl kir: Dê penaberan bişînin Rwandayê

Gulan Media April 25, 2024 Nûçe
Parlamentoya Brîtanyayê qebûl kir: Dê penaberan bişînin Rwandayê

Parlamentoya Brîtanyayê projeyasaya birina penaberan a Rwandayê pesend kir.

Ji niha û pê ve Hikûmeta Brîtanyayê dê koçberên ku bi qaçaxî gihîştine wî welatî, bişîne Rwandayê wan li wir bi cih bike.

Rwanda welatekî hejar e û ji bo wergirtina penaberan pere ji Brîtanyayê standine.

Li Encûmena Pîran a Brîtanyayê projeyasaya dersînorkirina penaberan a Rwandayê xirecireke germ li pey xwe hişt.

Endamê Encûmena Pîran a Brîtanyayê Andrew Sharpe got:

“Rwanda welatekî bê pirsgirêk e û çend caran jî isbat kiriye ku şiyanên wê ji bo berhevkirina derfetan ji penaxwazan re heye.

Di rêkeftina ligel Rwandayê de, birgeyek heye hikûmeta wî welatî neçar dike ku jiyaneke parastî ji bo penaberên dersînorkirî dabîn bike.”

Bi qebûlkirina projeyasayê destê Hikûmeta Brîtanyayê di dersînorkirina penaberan a Rwandayê de vebû.

Dê ew li kampeke bajarê Kigaliyê yê Rwandayê werin bicihkirin ku tê pêşbînîkirin di 12 hefteyan de 300 penaberan wekî karwanê yekem bi zorê werin bicihkirin.

“Di binpêkirina mafên mirovan de Rwanda 169emîn e”

Karkerê kampa penaberan Pedro li ser mijarê got:

“Piraniya cihên mayînê du odeyên razanê ne û taybet in bi 4 penaberan.”

Rwandaya ku ji sedî 73yê xelkê wê hejar in, bi wergirtina pereyan ev kar kiriye.

Di 3 salan de Rwanda dê zêdetirî 600 milyon dolarên Amerîkî ji Brîtanyayê bistîne.

Di binpêkirina mafên mirovan de ji tevahiya 178 welatên cîhanê Rwanda 169emîn e.

Pisporê yasayî James Wilson da zanîn:

“Dilgiraniyeke cidî derbarê sîstema penaberiyê ya Rwandayê de heye û metirsî jî li ser jiyana penaberên li wî welatî heye.”

Li gorî yasayê, her koçberekî ku bi rêyeke neyasayî biçe Brîtanyayê dê ber bi Rwandayê ve were şandin.

Penaber li wê derê dê li benda biryara Hikûmeta Brîtanyayê bimînin û li gorî biryara li ser dosyaya xwe yan dê li Rwandayê bimînin yan jî ber bi welatekî sêyem ve werin şandin.

 

Rudaw

Top