Serkirdeyekî Komel li Hewramanê dest ji kar berda
Nerazîbûnên li dijî siyasetên Komela Dadgerî di nava wê hizbêde de zêde dibin û li herêma Hewramê jî rêveberekî hizbêj jî dest ji kar berda.
Mesûd Sidîq Sergetî, rêveberê Komela Dadgerî li devera Hewreman des ji kar vekêşandiye, di daxuyaniyekî de jî di hejmara xwe ya tora civakî de nivisiye: ‘’ Ez dest ji kar kêşana xwe li Komela Dadgerî de radigehînim û di vê derbarê de ti pêywendiyeke min bi wan aliyan nemaye.’’
Di vê derbarê de BasNewsê pêywendî bi wî rêveberî ve kir û got: ‘’Ez ti daxuyaniyekî di wê derbarê de nadim û tenê min dev ji wê hizbê verdaye.’’
Li gor agahiyên BasNewsê, sedema dest ji kar berdana wî serkirdeyî ji ber nakokiyên navxwe yên li ser nêzîkbûna wan bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û nakokiyên din ên girêdayî pirsa pere û xapandina dezgeha bexşînê ya Komelê ku beriya naha demekî jî Şêx Fexredîn Qadir berpirsê wê dezgahêye, dest ji kar berdaye.
Basnews