• Monday, 06 May 2024
logo

Urdin hawirde kirina petrolê ji Îraqê zêde kiriye

Gulan Media April 24, 2024 Nûçe
Urdin hawirde kirina petrolê ji Îraqê zêde kiriye

Di nava 4 mehên îsal de sedî 51 zêde kiriye.

Li gor çapemeniya Urdinî hikûmeta vê welatî hawirde kirina petrolê ji Îraqê gelek zêde kiriye.

Çapemeniya Urdinî belav kiriye ku, di 4 mehên destpêkê yên îsal de, li gor 4 mehên destpêkê yên sala derbasbûyî, hawirdeya petrolê ji Îraqê bi rêjeya sedî 51 zêde bûye.

Beriya du salan Îraq û Urdin rêkeftinek di navbera xwe de îmze kiribûn û li gor rêkeftina han vê Urdin rojane bi buhayê dilxwaz 10 hezar bermîl petrol ji Îraqê hawirde bike.

Top