• Friday, 03 May 2024
logo

Li şaredariyên Mêrdîn û Amedê mufetîş hatin tayînkirin

Gulan Media April 20, 2024 Nûçe
Li şaredariyên Mêrdîn û Amedê mufetîş hatin tayînkirin

 Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ji bo lêkolîna îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî” û “rakirina Alaya Tirkiyeyê” mufetîşên sivîl hatine erkdarkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî” û “rakirina Alaya Tirkiyeyê” di vekirina encûmenên şaredariyên Mêrdîn û Amedê de daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe de da zanîn:

“Li ser îdiaya ku di dema civîna Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de “Sirûda Neteweyî” nehatiye xwendin û di dema civîna Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de jî “Alaya Tirkiyeyê hatiye rakirin” mufetîşên me hatin erkdarkirin.”

Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak li ser wan îdiayan daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û diyar kiribû ku ew îdia bêbingeh in.

Hevserokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî li ser wan îdiyan daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû ku ew îdia ne rast in.

 

Rudaw

Top