• Friday, 03 May 2024
logo

DAIŞê li Himsê êriş kir: 16 kuştî

Gulan Media April 19, 2024 Nûçe
DAIŞê li Himsê êriş kir: 16 kuştî

 DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê êrişî otobuseke artêşa Sûriyeyê kir.

Di vê êrişê de 16 leşker û çekdarên hikûmetê hatin kuştin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êrişê li nêzîkî gundê el-Teybeyê yê Himsê rû daye.

Li gorî agahiyên ku SOHRê dane, 7 leşker û çekdar jî bi birîndarî filitîne.

SOHRê destnîşan kir ku ji destpêka 2024an ve li herêma Badiyeyê di êrişên DAIŞê de 260 leşker û çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê û 37 sivîl hatine kuştin.

Herwiha li heman herêmê ji serê salê ve 24 DAIŞî hatine kuştin.

 

Rudaw

Top