• Thursday, 02 May 2024
logo

Kobanî: Tirkiyeyê êrişî sivîlan kir

Gulan Media April 19, 2024 Nûçe
Kobanî: Tirkiyeyê êrişî sivîlan kir

Tirkiyeyê li rojhilatê Kobaniyê bi dronê êrişî otomobîleke sivîlan kir, du sivîl birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, êrişê şeva borî li gundê Eyn Betê yê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê rû daye.

Hat ragihandin, di vê êrişê de Elî Mistefa Osman û Helîme Mihemed Osman birîndar bûn û ew hevjîn in.

Hat destnîşankirin ku ew hevjîn ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyê.

Tirkiyeyê 27ê Adarê jî li Kobaniyê êrişî otomobîlekê kiribû.

Di vê êrişê de du kesan canê xwe ji dest dabû û sê kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Tirkiyeyê ji destpêka îsal ve 72 caran bi dronan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

SOHRê diyar kir ku di van êrişan de 22 kesan canê xwe ji dest daye û 25 kes jî birîndar bûne.

 

Rudaw

Top