Qezaya Sîdekanê.. Welatiyek di êrîşeke dronî ya Tirkiyeyê de şehîd dibe
Ji ber êrîşeke dronî ya Tirkiyeyê, li gundê Nawdarokê yê girêdayî qezaya Sîdekanê welatiyek şehîd dibe.
Peyamnêrê K24ê li Soranê Teyfûr Mihemed radigehîne, “Ji ber êrîşa dronên Tirkiyeyê, li gundê Nawdarokê yê girêdayî qezaya Sîdekanê welatiyekî 46 salî bi navê Serwer Qadir Reşko şehîd bû”.
Peyamnêrê K24ê herwesa got, “Ew welatî zewicî ye û şêniyê gundê Şêx Reşê yê Devera Biradostê ye û ji bo karekî xwe yê taybet çûye gundê Nawdarokê”.
Teyfûr Mihemed ron jî kir, “Seet 08:30 ê şevêdî droneke Tirkiyeyê êrîşî erebeya wî kiriye û ew şehîd bûye”.
Li dû zanyarn, ew welatî Pêşmerge ye û girêdayî Fermandeya Helgurdê ye.
K24