• Tuesday, 30 April 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz kir

Gulan Media April 17, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, “Cejna Serê Salê” ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina “Cejna Serê Salê ya Êzidiyan” peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama pîrozbahiyê de got:

“Ez bi germî Cejna Serê Salê li hemû xwişk û birayên me yên Êzidî yên Kurdistanê, Îraq û cihanê pîroz dikim.

Ji we hemûyan re cejneke aram û saleke tijî bextewarî û serkeftinê dixwazim.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dê hewlên wan ên rizgarkirina Kurdên Êzidî jî berdewam bikin.

Her sal li Lalişê Cejna Serê Salê tê pîrozkirin û bi hezaran Kurdên Êzidî beşdarî pîrozbahiyê dibin û çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.

 

Rudaw

Top