• Wednesday, 01 May 2024
logo

HCDI: Mafê me yê bersif danê heye

HCDI: Mafê me yê bersif danê heye
dibêje mafê me yê bersifdanê jî heye
Piştî ku di rojên derbasbûyî de nûçeya êrîş kirine ser balyozxaneya Amerîka li Bexdayê û navendên hêzên hevpeymaniya cîhanî hate weşandin, hevpeymaniya cîhanî ya bi pêşengiya Amerîkayê, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de hatiye diyarkirin ku li hember her cure êrîşek ku li dijî hêzên hevpeymanan were kirin, vê bêgoman mafê hêzên hevpeymaniyê jî hebe bersifa êrîşan bide.

Hevpeymaniya cîhanî ya li Îraqê eşkere kiriye ku bi hûrî û kûrî lêkolîn li ser êrîş kirine ser balyozxaneya Amerîkayê ya li herêma kesk ya Bexdayê dikin û vê bersifeke baş bidin bikerên wan êrîşan.
Top