• Sunday, 05 May 2024
logo

Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekgirtî: Em naxwazin aloziyan zêdetir bikin

Gulan Media April 15, 2024 Nûçe
Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekgirtî: Em naxwazin aloziyan zêdetir bikin

Nûnerê Îranê li Neteweyên Yekgirtî Emîr Seîd Îrwanî derbarê êrîşa welatê wî li ser Îsraîlê de ragihand, Îran naxwaze rageşiyê zêde bike, lê eger Amerîka êrîşî Îranê û welatiyên wê bike, Tehran jî dê bi awayekî guncayî bersivê bide.

Îrwanî duhî di civîna awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî de derbarê êrîşa welatê wî li ser Îsraîlê de ragihand, “Em naxwazin li herêmê zêdetir alozî û şer çêbibin û niyaza me jî nîne ku em li herêmê bi Amerîkayê re şer bikin, lê eger Amerîka êrişî Îranê û welatiyên wê bike, em ê mafê xwe yê bersivdayînê bikar bînin.”

Nûnerê Îranê di berdewamiya axaftina xwe de got, "Bersiva me ya li hemberî Îsraîlê pêwîst bû û tenê li cihên leşkerî kire armanc, ji bo sînordarkirina her aloziyekê bû.”

Artêşa Pasdarên Îranê roja 13ê Nîsana 2024amn bi rêya bi dehan mûşek û dronên bombekirî dest bi êrîşa xwe ya li ser Israîlê kir. Ew êrîşa Tehranê bersiva kuştina heft endamên Supaya Pasdaran bû ku di êrîşeke Israîlê bo ser konsulxaneya wê li Şamê, Paytexta Sûriyeyê de hatibûn kuştin.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hegarî jî duhî gotibû, “Îranê dora 300 dron û mûşek avêtine Israîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatin pûçkirin”.

 

 

K24

Top