• Sunday, 05 May 2024
logo

HPG: Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

Gulan Media April 15, 2024 Nûçe
HPG: Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku wan li Başûrê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê kuştiye.

HPGyê di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn ku leşkerekî Tirkiyeyê li herêma Zapê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê gerîlayekî sekvan ve hatiye kuştin.

HPGyê di berdewamiya daxuniyê jî de eşkere kir ku sekvanê wan kamereyeke termal a çavdêriyê jî tek biriye.

Li aliyê din, heta niha Wezareta Parastina Tirkiyeyê kuştina leşkerê xwe piştrast nekiriye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

 

Rudaw

Top