• Sunday, 05 May 2024
logo

Îran cureyên moşek û dronên di êrîşa li ser Israîlê de hatine bikaranîn eşkere dike

Gulan Media April 15, 2024 Nûçe
Îran cureyên moşek û dronên di êrîşa li ser Israîlê de hatine bikaranîn eşkere dike

Artêşa Pasdarên Îranê radigehîne ku, ew moşek û dronên di êrîşa li ser Israîlê de hatine bikaranîn ev bûn:

Moşekên Balistî yên Îmad

Moşekên Kirûz

Dronên bombekirî yên Şahid 136

Artêşa Pasdarên Îranê roja Şemiyê, 13ê Nîsana 2024ê, seet 11:00 ê şevê, bi rêya bi dehan moşek û dronên bombekirî dest bi êrîşa xwe ya li ser Israîlê kir. ew êrîşa Tehranê bersiva kuştina heft endamên artêşa Pasdaran bû ku, di êrîşeke Israîlê bo ser konsulxaneya wê li Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê de hatin kuştin.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hegarî îro (Yekşem, 14ê Nîsana 2024ê) got, “Îranê heta niha 300 dron û mûşek avêtine Israîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin”.

Berdevkê Artêşa Israîlê amaje jî da, “Artêşa Israîlê di têkbirina êrîşa Îranê de bi ser ket û tekez kir ku ew bûyer bidawî nebûye û artêşa Israîlê hîn di amadebaşiyê de ye”.

Berdevkê Artêşa Israîlê herwesa got: “Îranê îşev karekî metirsîdar kiriye û dixwaze alozî li Rojhilata Navîn derkeve.”

Hegarî li ser bersiva Israîlê ji bo êrîşa Îranê jî got, “Pilan bi berdewamî têne amadekirin, em danûstandinan li ser pêguherkan dikin û ji bo parastina welatiyên xwe em dê her tiştî bikin.”

 

K24

Top