• Saturday, 04 May 2024
logo

Êrişa Îranê: Brîtanya û Urdinê helwêsta xwe eşkere kir

Gulan Media April 14, 2024 Nûçe
Êrişa Îranê: Brîtanya û Urdinê helwêsta xwe eşkere kir

 Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak ragihand ku ew bi tundî êrişa Îranê ya bêperwa li ser Îsraîlê şermezar dike.

Sunak herwiha got ku  Îran careke din nîşan da ku tovê aloziyê li hewşa pişt mala xwe diçîne.

Spaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi çend dron û mûşekên Kruiseyê êrişî Îsraîlê kir.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak piştevaniya xwe ji bo Îsraîlê nîşan da û got ku ti kes naxwaze xwînrijandina zêdetir bibîne.

Rishi Sunak da zanîn ew û hevalbendên wan hewl didin ku rewşê aram bikin da ku pêşî li aloziyên zêdetir bigirin.

“Em dê droneyên Îranê bixin xwarê”

Li aliyê din, Urdinê jî ji ber metirsiya dronên Îranê rewşa awarte ragihand û da zanîn ew dê dronên Îranê bixin xwarê.

Ajansa Reutersê ragihand ku li Urdinê ji ber tehdîda balafirên bêmirov ên piştî êrişa hewayî ya Îranê ya li ser Îsraîlê rewşa awarte hat ragihandin.

Ajansa nûçeyan a Reuters li ser zarê du jêderên ewlehiyê yên herêmî ragihand, Hêzên Parastina Asmanî ya Urdinê amade ye ku her droneke Îranê yan firokeyeke din a wî welatî ku asmanê Urdinê binpê bike bixin xwarê.

“Me dijî Îsraîlê êriş da destpêkirin”

Supay Pasdaran a Îranê  ragihand ku bi dehan mûşek û dronan li dijî Îsraîlê operasyon dan destpêkirin.

Li gor televîzyona dewletê ya Îranê, Supay Pasdaran a Îranê  daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên asmanî wekî bersiva êrişa Îsraîlê ya li konsulxaneya Îranê ya li Sûriyeyê, bi dehan dron û mûşekan li hin hedefên li axa rejima siyonîst xist."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişa Îranê ya li ser welatê wî de daxuyaniyek da.

Netanyahu di peyama xwe ya vîdyoyî de got:

"Welatiyên Îsraîlî di van salên dawî û heta van hefteyên dawî de jî xwe ji îhtimala êrişeke rasterast ji Îranê re amade dikin.

Sîstemên me yên parastinê hatine bicihkirin. Em hem ji her cure senaryoyan re, hem ji parastin û hem jî ji êrişê re amade ne.

 

Rudaw

Top