• Sunday, 05 May 2024
logo

Îsraîl: Êrîşa Îranê bê encam bû

Gulan Media April 14, 2024 Nûçe
Îsraîl: Êrîşa Îranê bê encam bû

Peyvdarê artêşa Îsraîlê daxuyanî da.

Piştî êrîşa direngiya şeva derbasbûyî ya Îranê ya bo ser Îsraîlê, îro danê sibê Peyvdarê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî diyar kiriye ku, Îran bi 300 dron û hajekan êrîşî ser Îsraîlê kir, lê artêşa Îsraîlê kariye ji sedî 99ê wan dron û hajekan beriya bigehêjin axa Îsraîlê bixin erdê û tenê çend hajek li hin deverên Îsraîlê ketine erdê ku, di encam de keçeke 10 salî jî bi sivêkî birîndar bûye.

Hagar herwiha eşkere kiriye  ku, Îran xwestibû navenda leşkerî ya Îsraîlê li Neqebê wêran bike lê serkeftî nebû.

Nav hatî behsa vê yekê kiriye ku, ji Yemen, Îraq û Sûriyeyê jî hemwextî Îranê êrîşî ser Îsraîlê hatiye kirin lê piraniya êrîşan hatine pûçkirin.

Weke tê zanîn çend dron û hajekên Îranî yên ku, bo Îsraîlê hatibûn avêtin li Kurdistanê jî ketine erdê û çend ji wan hajekan neteqiyane û xelk jiber wan hajekan laqirtî bi Îranê dike.

 

Rudaw

Top