• Sunday, 05 May 2024
logo

Libnan rêkarên li beramberî penaberên Sûriyeyî tundtir dike

Gulan Media April 12, 2024 Nûçe
Libnan rêkarên li beramberî penaberên Sûriyeyî tundtir dike

Li Libnanê rêkarên ewlehiyê yên li beramberî Sûriyeyiyan tên dijwartirkirin.

Li navçeya Cibêlê yê li bakurrojavayê Libnanê li penaberekî Sûriyeyî xistin.

Kesên ku lê xistin ser bi Partiya Hêza Libnaniyan in ku partiyeke Xirîstiyan a li dijî Hizbulaha Libnanê ye.

Sedema aloziyan kuştina berpirsê partiyê Paskal Silêman e ku bû sedema nerazîbûneke zêde ya civaka Libnanî ya li hemberî penaberên Sûriyeyî.

Wezareta Karên Navxwe ya Libnanê desteserkirina heft gumanbarên Sûriyeyî girêdayî wî tawanî li Libnanê ragihand û çend peyam jî dan penaberên Sûriyeyî yên niştecihê Libnanê ne.

Piştre Wezîrê Karên Navxwe yê Libnanê Besam Mewlewî di civîneke çapemeniyê de got:

“Me ji hemû hêzên ewlehiyê û Asayîşa Giştî ya Libnanê re diyar kir ku bi tundî yasayên Libnanê li ser koçberên Sûriyeyî bi cih bikin.”

Şerê navxwe yê Sûriyeyê wiha kir ku zêdetirî 2 milyon Sûriyeyî berê xwe bidin Libnanê.

Kêmî 800 hezar ji wan li ba Neteweyên Yekbûyî wekî penaxwaz hatine tomarkirin û hevkariya wan tê kirin û 1,2 milyonê din jî bi gotina rayedarên Libnanê, li ser wan bargiranî ne.

“Şiyana welat nîne”

Wezîrê Karên Navxwe yê Libnanê Besam Mewlewî herwiha anî ziman:

“Şiyana welat nîne xwe li ber bargiraniyeke zêdetir ji ya heyî bigire.

Em daxwazê ji xelkê dikin ku pişta xwe bi hêzên ewlehiyê û dadgehan girê bidin.”

Partiya Hêza Libnaniyan ji ber ku cenazeyê wî li navçeya Qisêrê yê li başûrê Himsa Sûriyeyê hat dîtin Hizbulaha Şîe bi revandin û kuştina Paskal tohmetbar dike.

Herêma sînorî di bin desthilata hêzên Beşar Esed de ye û Hizbulaha Libnanê li wê derê bihêz e.

Hizbulah jî dibêje îtirafên gumanbaran wê yekê îspat dikin ku sedema kuştina Paskal dizîna otomobîla wî ya giranbiha bûye û ti armanceke siyasî di bûyerê de nîne.

 

Rudaw

Top