• Sunday, 05 May 2024
logo

Gelo dê Kerkûk jî bibe wekî Mûsilê?

Gulan Media April 12, 2024 Nûçe
Gelo dê Kerkûk jî bibe wekî Mûsilê?

Fehmî Burhan ragihand ku piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîna 2017an herî kêm 92 hezar Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Kurdistanê Fehmî Burhan bû mehvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkeş dike.

“Ji hemû qonaxên berê metirsîdartir e”

Fehmî Burhan bal kişand ser pêngava nû ya Erebkirinê û got:

“Erebkirina li Kerkûk û herêmên Kurdistanî bi pêvajoya Erebkirinê ya 50 salên dawiyê re pêwendîdar e lê ev pêngava nû ji hemû qonaxên berê metirsîdartir e.”

“Polîtikaya Erebkirinê roj bi rok xurttir û gurtir dibe”

Fehmî Burhan diyar kir ku polîtîkayên Erebkirinê ji serdema Beasê ve berdewam dikin û pê de çû:

“Polîtikaya Erebkirinê roj bi rok xurttir û gurtir dibe, heke tedbîr neyên wergirtin dê rê li ber gelek pirsgirêkên gelekî mezin veke ku di paşerojê de jî çareser nebe.”

“Herî kêm 92 hezar Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin”

Fehmî Burhan amaje pê kir ku hewl didin Kerkûkê bikin bajarekî Ereban û got:

“Li gorî amarên nefermî, piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîna 2017an herî kêm 92 hezar Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin.”

Li gorî agahiyên ku Fehmî Burhan dane, di nava du hefteyên dawiyê de li Kerkûkê 60 mamoste hatine tayînkirin lê tenê yek ji wan Kurd e û yek Tirkmen e û yên mayî hemû Ereb in.

Zevî û xaniyên Kurdan tên dagirkirin

Fehmî Burhan destnîşan kir ku pêla Erebkirinê ne tenê bi Kerkûkê re sînordar e û ev polîtîka li deverên wekî Xaneqîn, Diyale û Mûsilê jî gelekî xurt e.

Fehmî Burhan bi bîr xist ku li 36 gundên Xaneqînê zeviyên Kurdan hatine dagirkirin û Erebên hawirde yên ku piştî rûxîna rejîma Beasê ji Zummarê çûbûn careke din vedigerin û dîsa mal û milkên Kurdan ji wan distînin.

Çarenivîseke wekî ya Mûsilê

Fehmî Burhan hişyarî da ku heke rayedar xwe nedin bin vî barî û tiştên pêwîst nekin dê çarenivîsa van deveran jî bibe wekî ya Mûsilê û dê nasnameya xwe ya Kurdî gav bi gav winda bikin.

Li hêla din, Rêveberê nahiyeya Zummarê Ehmed Cefer ji Rûdawê re gotibû ku Erebên hawirde li Zummarê bi darê zorê dest daniye ser erd û xaniyên Kurdan.

 

Rudaw

Top