Nameyeke pîrozbahiyê ji Serokwezîrê Hindîstanê bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Duh çarşemê, nameyeke pîrozbahiyê bi boneya cejna Remezanê ji Serokwezîrê Hindistanê Narîndra Mudî, gehîşt destê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.
Serokwezîrê Hindîstanê di nameya xwe de bi navê gel û Hikûmeta Hindîstanê pîrozbahî li Serokê Hikûmetê dike û amaje bi wê dide ku bi boneya cejna Remezanê, li seraserê Cîhanê nirxên biratiyê û hevsozî û pêkvejiyanê bi bîr tîne.
Serokwezîrê Hindîstanê herwaha di nameya xwe de hêvî dike ku pêywendiyên dostane yên di navbera herdu aliyan de bihêztir bef.