• Tuesday, 30 April 2024
logo

Dizeyî: Serdana Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê bandor li ser çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê hebû

Gulan Media April 11, 2024 Nûçe
Dizeyî: Serdana Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê bandor li ser çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê hebû

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Serdana Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê bandora xwe hebû û gelek nemaye ku arêşeyên Hewlêr û Bexdayê çare bibin”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tevlî bernameya Karvedana Radyo û Medyaya Civakî ya Kurdistan24ê bû û ragehand, “Ew Îraqa ku li ser bingeha federalî hatiye damezrandin roj bi roj ber bi navendîtiyê diçû, û ne tenê mafên gelê Kurd belkî mafên tevaya Îraqiyan dihatin binpêkirin”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve amaje jî da, “Serdana Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê cihê xwe girt û ji ber taybetmendiya Herêma Kurdistanê, giringiya pêgeha wê ji bo tevaya zilhêzên cîhanê bûye cihê giringiyê û ji ber givaştinên wan gelek nemaye ku arêşeyên Hewlêr û Bexdayê bên çarekirin”.

Sefîn Dizeyî tekez jî kir, “Em hêvîdar in êdî şanda Herêma Kurdistanê ji bo pirsa mûçeyan serdana Bexdayê neke û mûçe nebin manşêtên nûçeyan”.

Navbirî eşkere jî kir, “Me karî bi awayekî hekîmane û bi bêhnfirehî hindek ji arêşeyên vê dawiyê yên Hewlêr û Bexdayê çareser bikin”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa Dadgeha Federalî ya Îraqê de got, “Di dema borî de Dadgeha Federalî xwe li cihê her sê desthilatan danabû, li şûna hikûmet, perleman û aliyê dadwerî biryar didan, ku divê gelek pirs li Civata Nûnerên Îraqê bên yekalîkirin”.

Sefîn Dizeyî herwesa got, “Li Amerîkayê soz û piştevaniyeke zêde ji bo Herêma Kurdistanê heye, herwesa dostên me bi destkeftiyên Herêma Kurdistanê dilxweş in û Herêma Kurdistanê pêgeheke siyasî û diplomasî ya bihêz heye”.

Navbirî di derheqa serdana Sûdanî ji bo Waşintonê de jî ragehand, “15ê vê mehê şandeke Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê re diçe Amerîkayê, yek ji giringtirîn mijarên ku biryar e danûstandin li ser bên kirin metirsiyên serhildana DAIŞê ne, herwesa mana hêzên Hevpeymanan li Îraqê dê tewerekî din ê civînên Sûdanî û Biden be”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Mana hêzên Hevpeymanan ji bo Herêma Kurdistanê giring û hetmî ye”.

 

K24

Top