• Sunday, 05 May 2024
logo

Tehemulî gorên Kurdan jî nakin: Êrişî gora parêzerê Kurd hat kirin

Gulan Media April 11, 2024 Nûçe
Tehemulî gorên Kurdan jî nakin: Êrişî gora parêzerê Kurd hat kirin

Li Goristana Zîncîrlîkuyuyê ya navçeya Şîşliyê ya Stenbolê nijadperestan êrişî gora parêzerê Kurd Medet Serhat hat kir û kêlên gora wî şikandin.

Medet Serhat di 12ê Çiriya Paşîna 1994an de li navçeya Erenkoyê ya Stenbolê, di encama êrişeke çekdarî de li ber deriyê mala xwe hatibû qetilkirin.

Rûmet Serhatê kurê parêzer Medet Serhat li ser hesabê xwe yê Xê got:

"Cara herî dawî dema em çûn ser gora bavê min saxlem bû, îro ji bo cejnê em çûn serdanê û me dît ku gor wêran bûye.

Her kes dê nikaribe xwe ew qasî pîs bike ku êrişî miriyan bike.

Ez van mirovên bêşexsiyet pîroz dikim û ji dil û can ji Xwedayê mezin dixwazim ku ew û hezkiriyên wan di vê cejnê de nikaribin gorên xwe jî bibînin.”

“Xizmeta bavê min îro jî nijadperest û faşîstan ditirsîne”

Rûmet Serhat derbarê êrişê ji Rûdawê re axivî û got, “Roja Duşemê em dê li dijî wê êrişa kirêt serî li dadgehê bidin.

Serê min û yê malbata min ji ber bavê min bilind e. Bavê min heta ku sax bû xizmet ji bo miletê xwe kir.

Ew xizmeta wî îro jî nijadperest û faşîstan ditirsîne.”

“Divê demildest berpirsyar bên girtin û darizandin”

Herwiha Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî derbarê êrişê peyamek belav kir.

OHDyê di wê peyamê de got:

“Em êrişa nîjadperest a li ser gora Parêzer Medet Serhatê ku di têkoşîna azadî û edaletê ya gelê Kurd de hat qetilkirin şermezar dikin.

Divê demildest berpirsyar bên girtin û darizandin.

Li dijî faşîzmê pratîka jiyanê ya parêzer Medet Serhat dê têkoşîna me ya azadiya hiqûqê ronî bike.”

Medet Serhat kî ye?

Medet Serhat li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Serhat li Zanîngeha Stenbolê beşa hiqûqê qedandiye. Di sala 1963yan de kovara Dengê derxistiye.

Di hilbijartinên sala 1979an de ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) bû namzetê parlamenteriyê yê Qersê.

Di salên 1980yî de wekî endamekî demkî tevlî Partiya Komunîst a Tirkiyeyê bû.

Di nava xebatên hiqûqî yên partiya DEPê de cih girt.

Herwiha Medet Serhat yek ji endam û damzrînerê Weqfa Gel û Azadiyê ya Kurd e ku di sala 1990î de hatibû avakirin.

Medet Serhat, di 12ê Çiriya Paşîn 1994an de li navçeya Erenkoyê ya Stenbolê, di encama êrîşeke çekdarî de li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.

Heta niha jî doza kuştina Medet Serhat bi dawî nebûye û kujerên wî nehatine girtin. 

Doza Medet Serhat jî eger heta 12ê Çiriya Paşîna 2024an bi dawî nebe dê wekî gelek dozên din ên salên 1990î ji ber 30 salên wê temam bibe dê ji aliyê hiqûqî ve were girtin.

 

Rudaw

Top