• Sunday, 05 May 2024
logo

Bav û zarokên xwe muxtarê gund kuşt û bi cendirmeyan pev çûn

Gulan Media April 11, 2024 Nûçe
Bav û zarokên xwe muxtarê gund kuşt û bi cendirmeyan pev çûn

 Li navçeya Têliyê ya Mûşê piştî nimêja Cejna Remezanê bav û 3 kurên xwe êrişî muxtarê gund kir û ew kuşt.

Herwiha hat îdîakirin ku bavê êriş kiribû di pevçûna bi cendirmeyan de xwe kuştiye.

Li gundê Hingirvanê yê navçeya Têliyê ya Muşê dema muxtarê gund Ferît Yasêtê 54 salî li pêşiya mala xwe bûye kesê bi navê Muzafer Ozkan û 3 kurên xwe bi çekan êrişî wî kiriye.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê muxtarê ku bi giranî birîndar bûbû bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Tevî hemû midexaleyên bijîşkan muxtar Ferît Yasît li nexweşxanyê canê xwe ji dest da.

Piştî bûyerê cendermeyan operasyonek kiriye.

Li derveyî gund di navbera cendirme û gumanbaran de pevçûn derketiye.

Di pevçûnê de kurekî Muzafer Ozkan birîndar bûye.

Herwiha hat îdîakirin ku Muzafer Ozkan jî xwe kuştiye.

Li aliyê din her du kurên din ên Muzafer Ozkan jî hatine desteserkirin.

Derbarê bûyerê lêpirsîn berdewam e.

 

Rudaw

Top