• Sunday, 05 May 2024
logo

Li goristanê pevçûn: Leşkerekî du bira dan ber guleyan

Gulan Media April 11, 2024 Nûçe
Li goristanê pevçûn: Leşkerekî du bira dan ber guleyan

 Li navçeya Sandikliyê ya parêzgeha Afyonkarahîsarê ya Tirkiyeyê, li goristanê pevçûnekê rû da.

Çawişê pispor K.K. (46) û du birayên bi navê H.H.K. (36) û B.K (30) li goristanê ketine qirika hev.

Li gorî agahiyan, ji ber ku her du birayan “li ser goristanê giya şewitandiye” nîqaş çêbûye.

Bi mezinbûna nîqaşê re, çawişê pispor gule li her du birayan reşandine û her du birîndar kirine.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê.

H.H.K.yê ku ji gelek cihên xwe birîndar bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Çawişê pispor K.K. hat girtin.

 

Rudaw

Top