• Sunday, 05 May 2024
logo

XEZE - 3 kurên serokê Hemasê hatin kuştin

Gulan Media April 11, 2024 Nûçe
XEZE - 3 kurên serokê Hemasê hatin kuştin

Li Xezeyê 3 kurên Serokê Hemasê Îsmaîl Haniye di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (Shehab) ya nêzikî Hemasê ragihand ku 3 kurên Serokê Hemasê Îsmaîl Haniye li Kampa Şatiyê ya li Xezeyê di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatin kuştin.

Herwiha hat ragihandin ku gelek neviyên Îsmaîl Haniye jî di êrişê de hatine kuştin.

Heta niha Artêşa Îsraîlê li ser êrişê ti daxuyaniyek nedaye.

 

Rudaw

Top