• Sunday, 05 May 2024
logo

Bazara Lengeyê şewitîbû: Parêzgarê Hewlêrê daxuyanî da

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Bazara Lengeyê şewitîbû: Parêzgarê Hewlêrê daxuyanî da

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw da zanîn ku ew ji ber şewata li Lengeyê bi guman in.

8ê vê mehê agir bi Bazara Lengeyê ya Hewlêrê ketibû û gelek dikan şewitîbûn.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di konferanseke rojnamegeriyê de li ser mijarê axivî.

“Em vê carê bi guman in”

Xoşnaw diyar kir ku li ser vê şewatê gumanên wan hene û berdewam kir:

"Sedemên şewatên berê diyar bûn lê em vê carê bi guman in.

Ji ber van gumanan jî lijneyek hatiye avakirin da ku lêkolînan bike."

27ê Sibatê agir bi Bazara Lengeyê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

8ê Nîsanê careke din agir bi heman bazarê ket û dîsa gelek xisar gihişt esnafan.

Van şewatên li ser hev gumanên sabotajê anîbûn rojevê.

Umêd Xoşnaw eşkere kir ku ew dê encamên lêkolînan bi raya giştî re parve bikin.

Li gorî agahiyên ku Xoşnaw dane, dê xebatên nûkirin û paqijkirinê piştî cejnê dest pê bikin.

 

Rudaw

Top