• Sunday, 05 May 2024
logo

Serokwezîr hêviya xweşgozeraniyê bo Kurdistaniyan dike

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Serokwezîr hêviya xweşgozeraniyê bo Kurdistaniyan dike

Peyameke pîrozbayî bo cejna Remezanê pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyamek pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta hatina cejna pîroz ya Remezanê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim, bi taybetî pîrozbayî li tevahiya pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî û kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim.

Hêvî dikim cejn bibe sedema xweşî, şadî û xweşgozeraniyê bo xelkê Kurdistanê û dawî anîn bi şer, nexweşî û tevahiya arîşeyan li cîhanê de.

Spasiya berxwedan û bêhin firehiya xelkê nîştimanperwer yê herêma Kurdistanê dikim ku, hevkar û alîkar bûn bo derbas kirina ev rewşa dijwar ya abûrî ku, rastî herêmê hatibû. Hêvî dikim ev rêkeftin û jihev fêmkirina ya li gel aliyên têkildar yên hikûmeta federalî derbarê mûçe û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê de çê bûye berdewam be û ji niha û pêde mijara mûçeyê weke mafeke reva û destûrî ya xelkê Kurdistanê, tevlî ti kêşe û nakokiyeke siyasî neyê kirin û Karmend û Fermanberên herêmê jî her meh bi awayeke normal bi rêya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê mûçeyên xwe bistînin.

Herwiha hêvî dikin ev pêşkeftin û pêngavên han bibin destpêkek bo çareser kirina kêşeyên hilwastî yên din û tevahiya arîşeyên mayî jî bi jihev fêmkirin û pêbend bûn bi destûrê re werin çareserkirin.

Cejna we pîroz be û xwedê mezin Kurdistan biparêze.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top