• Sunday, 05 May 2024
logo

Polîsa Herêma Kurdistanê: Biryara Serokwezîr a komkirina çekan tawan kêm kirine

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Polîsa Herêma Kurdistanê: Biryara Serokwezîr a komkirina çekan tawan kêm kirine

Rêveberê Beşa Ragehandin û Pêwendiyan ya Polîsa Herêma Kurdistanê Muqedem Karzan Emîr ragehand, biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo komkirina çekan, bûye sedema kêmbûna tawanan.

Muqedem Karzan Emîr ji K24ê re ragehand, tawanên meha Remezanê li gor mehên din kêmtir bûne. Bûyerên wekî dizî, gulebarankirin an kuştin di nav vî mehê de bi gelemperî kêm bûn.

Got jî: “Ev hemû jî ji ber wê yekê ye ku çavên hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê vekirî ne û her dem li ser erkê xwe ne. Biryara Serokwezîr ya hinegirtina çekan û desteserkirina çekên bêmolet, bandorek girîng li ser kêmkirina tawanan kiriye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 21ê Tîrmeha 2022an de çend biryar ji bo rakirina çekên qaçax derxist û diyar kir ku 12 navendên komkirina çekan li parêzgehan û îdareyên serbixwe vekirin û divê welatiyên Herêma Kurdistanê çekên şer radest bikin.

Wezareta Navxwe ji bo qeydkirina çekên agirîn li rêveberiyên polîsan ên li parêzgehan, îdareyên serbixwe û rêbeveriyên polîsan ên navçeyan 40 navendên komkirina çekan vekirine.

 

K24

Top