• Sunday, 05 May 2024
logo

Wezareta tendurustiyê li gel hêzên hevpeyman hemahengiyeke zêdetir pêk tîne

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Wezareta tendurustiyê li gel hêzên hevpeyman hemahengiyeke zêdetir pêk tîne

Tîmeke leşkerî ya hevpeymaniyê serdana wezareta tendurustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û di derbarê bilindkirina asta kapasîteyan û hemahengî û dabînkirin alîkariyên bijîşkî gotubêj kirin.

Wezîrê tendurustiya Hikûmeta Herêma Kurdistan Dr. Saman Berzencî, bi amadebûna rêveberê tendurustiya giştî ya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, pêşwaziya tîma leşkerî ya hevpeymanan li Herêma Kurdistan û fermandarê hêzên Îtalya Colonel Francisco û cigar û bijîşkekî hevpeymanan kir.

Di civînê de gotubê li ser pevguhertina pisporî û xizmetguzariyên tendirustiyê, danîna peywendiyan bi dezgehên saxlemiyê û tîmê re, çendîn bernameyên geşepêdanê, bihêzkirina karîn û hemahengî û bihêzkirina pêwendiyan û pêşkêşkirina alîkariyên pizîşkî hat kirin.

 

basnews

Top