• Sunday, 05 May 2024
logo

Pisporên siyasî: Divê DEM Partî vegere hêla neteweyî

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Pisporên siyasî: Divê DEM Partî vegere hêla neteweyî

Piştî encamên hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, pisporên siyasî û hiqûqnasan, hegera tayînkirina qeyûman ên ji bo şaredariyên Dem Partiyê nirxandin. Li gorî nirxandina hiqûqnasan, tayînkirina qeyûman hem di qada neteweyî hem di qada navneteweyî de bêhiqûqî ye. Pisporên siyasî jî diyar dikin ku divê Dem Partî li ser hêla neteweyî xebatan bimeşîne.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî), di hilbijartinên 31ê Adarê de 3 jê bajarên mezin, li 10 bajar, 65 navçe û 10 bajarokan; bi giştî 85 şaredarî bi dest xistin. Ji ber ku 8 sal bûn şaredariyên vê partiyê bi qeyûman dihatin rêvebirin, hiqûqnasên li Diyarbekirê hem vê hegera tayînkirina qeyûman hem jî helwesta Lijneya Bilind a Hilbijartinan bi vî awayî nirxand:

Hiqûqnas Sidki Zîlan ji K24ê re got: “Tirkiye 70 sal in ku li bendê ye bibe namzedê Yekîtiya Ewropayê û hinek saziyên beynel mînel jî hene. Ango hiqûqa navneteweyî jî hiqûqa xwezayî jî hiqûqa îlahî jî û hiqûqa Tikriyeyê jî vê cawaz nabîne. Ev tiştên ku 8 sal in dikin, bêhiqûqî ye. Ew jî dizanin ku bêhiqûqî ye. Ji 2 mehan carekê pêvajoya qeyûman a xebatê dirêj dikirin û bi vî awayî 8 salan derbas kirin. Ev dibe îstîsmar û nayê qebûlkirin. Dadgehên Tirkiyeyê jî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî wisa dibêje.”

Şaredarên serkeftî yên Dem Partiyê, di wead û projeyên xwe de li ser çand, ziman û pêşvebirina herêmê bangeşî dikirin. Li gorî pisporên siyasî jî divê projeyên Dem Partiyê ji yên hilbijartinên 2019an cudatir û bikêrtir bin ku bikaribin daxwazên welatiyan pêşwazî bikin.

Pisporê Siyasî Ahmet Kanî dibêje: “Rexneyên gelek tund li Dem Partiyê hatibûn kirin. Hatibû gotin ku diviyabû Dem Partî xwedî li dengên xwe derkeve, çi karê wê bi CHP û AK Partiyê heye. Li ser vê rexneyê bi rastî jî helwesta Dem Partiyê guherî û di hilbijartina herêmî de veguherî ber bi hela neteweyî ve. Di vî warî de ez dikarim bibêjim ku heger Dem Partî xebatên xwe yên neteweyî xurt bike û di projeyên xwe yên vê serdemê de xizmeta zimanê Kurdî derxe pêş, dê bi ser bikeve.”

Piraniya namzedên Dem Partiyê êdî li şaredariyên xwe li ser kar in û dest bi xebatên lezgîn dikin. Pisporên siyasî û hiqûqnas jî amaje dikin ku divê di xizmeta herêmî de siyaset neyê kirin da ku xetereya tayînkirina qeyûman car din çênebe.

 

K24

Top