• Sunday, 05 May 2024
logo

Serok Barzanî hêviya bexteweriyê bo xelkê Kurdistanê dike

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Serok Barzanî hêviya bexteweriyê bo xelkê Kurdistanê dike

Cejna Remezanê li gel Kurd û Misilmanan pîroz dike.

Seork Barzanî bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyamek pêşkêş kiriye ku, naveroka peyamê wisaye;

 Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna Remezanê pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî tevahiya misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê dikim, pîrozbayî li yek bi yekê malbetên şehîdên serfiraz û pêşmergeyên qehreman dikim.

Di vê minasebeta pîroz de daxwaz ji xwedê mezin dikim nimêj û îbadetên tevahiya misilmanan qebûl bike û hêvî dikim ev cejna han bibe sedema aramî û aştiyê bo tevahiya cîhanê û devera me, bextewerî û asûdeyî jî bo xelkê Kurdistanê were dabînkirin.

Cejna we pîroz be û di xweşiyê de bin.

Top