• Sunday, 05 May 2024
logo

Li Curnê Reş DEM Partî bi ser ketibû: Qeyûm hat tayînkirin

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Li Curnê Reş DEM Partî bi ser ketibû: Qeyûm hat tayînkirin

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, hilbijartinên şaredariyê dê 2yê Hezîranê werin dubarekirin lê heta wê demê dê qeyûm şaredariyê bi rê ve bibe.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de Namzedê DEM Partiyê yê Curnê Reş Serhan Paydabi rêjeya ji sedî 33,20î bû yekem.

Namzedê AK Partiyê jî bi rêjeya ji sedî 30,71ê di rêza duyem de cih girt.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî îtiraza AK Partiyê biryar da ku hilbijartinên Curnê Reş 2yê Hezîranê werin dubarekirin.

Piştî biryara YSKyê, biryar hat dayîn ku qeymeqamê wê navçeyê Orhan Gazî Karakaş wekî qeyûm şaredariyê heta şaredarê nû were hilbijartin îdare bike.

Qaymeqamiya Curnê Reş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniya parêzgariya Rihayê belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Qeymeqamê me yê Curnê Reş Orhan Gazî Karataş heta 2yê Hezîrana 2024an kê dê hilbijartin bên dubarekirin û şaredarê navçeyê were hilbijartin, li gorî madeya 46emîn a Qanûna Şaredariyan a Hejmara 5393yan wekî Wekîlê Şaredariya Curnê Reş hatiye erkdarkirin.”

Deng hatin şewitandin

Di dimênan de derketibû holê ku xizmên namzedê AK Partiyê şeva hilbijartinê agir berdabû sindoqên dengan.

Di lêpirsîna de ji bo 7 gumanbaran ku mirovên Namzedê AK Partiyê Aslan Alî Bayik jî di nav wan de hene biryara girtinê hat dayîn.

 

Rudaw

Top