• Sunday, 05 May 2024
logo

Îro rojbûna Demîrtaş e: Pirtûka wî belav dibe

Gulan Media April 10, 2024 Nûçe
Îro rojbûna Demîrtaş e: Pirtûka wî belav dibe

Pirtûka Selahattîn Demîrtaş a bi navê Doza Jiyaneke Birûmet di rojbûna wî de (îro) belav dibe.

Îro roja ewil a cejna Remezanê û herwiha rojbûna Demîrtaş e.

Parastina Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a Doza Kobaniyê îro li ser malperê wî yê fermî tê belavkirin.

Doza Jiyaneke Birûmet dê saet 19:00an bi awayê online were belavkirin.

Xwendevan dê karibin bêyî ku ti heqî bidin xwe bigihînin pirtûkê.

Selahattîn Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve di girtîgeha Edîrneyê de girtiye di parastina xwe ya Doza Kobaniyê de behsa mafên Kurdan û dagirkirina Kurdistanê kiribû.

Selahattîn Demîrtaş

Demîrtaş 10ê Nîsana 1973yan li navçeya Paloyê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Kurê bavekî karker û dayîkeke bermalî ye, ew ji heft zarokên malê yê dudiyan e.

Zarokatîya wî di serdema derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1982yan, di bin zext û hemû binpêkirinên mafên mirovan de derbas bûye.

Xortanîya wî di nav alozî û binpêkirinên heq û mafên mirovan yên salên 1990î de li bajarê Amedê derbas bûye.

Piştî perwerdeya seretayî û navendî li Zanîngeha 9 Eylulê ya Îzmîrê li fakulteya beşa deryavaniyê dest bi perwerdeyê kiriye.

Heman demê bi birayê xwe yê mezin Nuredîn Demîrtaş re koçî Îzmîrê kiriye.

Ew û Nuredîn Demîrtaş li Îzmîrê dema perwerdeya wî berdewam dikir hatine desteserkirin.

Ew bi xwe hatiye berdan lê birayê wî hatiye girtin û Demîrtaş bûye şahidê şkenceyên giran ên ku li birayê wî hatine kirin.

Selahattîn Demîrtaş piştî wê bûyerê vedigeriyaye bajarê Amedê û li dikana bavê xwe ya amûr û alavên avê xebitiye.

Ji ber zextên wê demê yên li ser parêzeran, demeke domdirêj nikarin parêzerekî ji Nuredîn Demîrtaş re peyda bikin.

 Ew dibe sedem ku Selahattîn Demîrtaş dest perwerdeye parêzeriyê bike û bibe parêzvanê heq û mafan.

 

Rudaw

Top