• Tuesday, 30 April 2024
logo

Tevgera Îslamî: Em beşdariyê di hilbijartinan da nakin, heta ku aliyên siyasî li hev nekin

Tevgera Îslamî: Em beşdariyê di hilbijartinan da nakin, heta ku aliyên siyasî li hev nekin

Tevgera Îslamî a Kurdistanê di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ragehnd: Em li benda qonaxeke nûne ku hemî aliyên siyasî bizivirin ser maseya danustandin û lihevkirina siyasî tê de bê kirin û hemê aliyê li hev bikin.

Dezgaya hilbijartinên Tevgera Îslamî a Kurdistanê îro 8.04.2024 di daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Em wek dezgayê hilbijartinên Tevgera Îslamî, me hemû amadekariyê xwe kirine, ji bo hilbijartinên li ser asta bazneyan, lê belê hun bi xwe jî dizanin ku 2 sale Tevgera Îslamî li ser endamdana hilbijartinan de israr kiriye di wê navberê de jî, birêz rêberê giştî û mekteba me ya siyasî di çendîn daxuyaniyan de tekez kirine ku hilbijartin zerûriyeke ku nebe, nabê ye û divê bêkirin û hemî alî lihev bikin û me di daxuyaniyên fermî yên Tevgerê da belav kirine ku me tekezî li ser wê yekê kir ku divê hilbijartin bên kirin û aloziya siyasî bi dawî were û Parlamentoya Kurdistanê bibe platformek ji bo hemû aliyên siyasî weke berê ku aliyên nakok li wir kom bûne."

Herwaha ragehandine: ‘’Lê mixabin em 31.03.2024, heta demjimêr 12ê şevê berdewam amadebûn ku bi lîsta berbijêrên xwe ve, lê ji ber ku ew rêkeftina siyasî pêk nehat li Kurdistanê me ji aliyê xwe ve ragirtiye û em li benda qonaxeke nûne ku hemû aliyên siyasî li ser masê bigehêjin hev û rêkeftin û lihevkirina siyasî têde were kirin û hemî alî lihev bikin û Piştgiriya gelê Kurdistan bikin, eger na, rewşa niha aloziyan zêdetir dike û ziyandîtên yekem jî gelê birûmet yê Kurdistanê ye, lewma em di Tevgera Îslamî de nabin beşek ji van aloziyan.

 

 

Basnews

Top