• Saturday, 27 July 2024
logo

Kobanê…Di salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de grubeke ser bi PKKê êrîşî binkeyekî ENKSê kir

Kobanê…Di salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de grubeke ser bi PKKê êrîşî binkeyekî ENKSê kir

 Li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, di salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de grubekî ser bi PKKê êrîş kirin ser binkeyekî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê.

Vê derbarê de berpirsê ENKSê yê li Kobanê Ednan Bozan ji BasNewsê re ragehand, roja 01.03.2024ê di salvegera koça dawî ya Barzaniyê nemir de ku me bibîrtanî, di wê kêliyê de nêzîkî 50 ciwanên rûyê wan bi maske û ser bi PKKê bi kevir û daran êrîş kirin.

Herwaha got, ew kesane bi dar û keviran dest bi lêdana wan kesên ku beşdarî wî bîrhatinê dikirin kir, ew jî bû sedem ku hejmarek kes bi giranî birîndar bin û herwaha amûr, ala û wêneyên şehîdan di nav binkeyê de şewitandin.

Herwaha got, ew kesên rûyê wan bi maske camên hejmarek otomobîlan şikandin û herwaha pare û telefonên hejmarek kesan bi zorê standin û ev kiryar nayê qebûl kirin.

Basnews

Top