• Saturday, 27 July 2024
logo

Odeya Bazirganiya Amerîkayê dîdarek ji bo pêşwazî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkxist

Odeya Bazirganiya Amerîkayê dîdarek ji bo pêşwazî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkxist

Êvara roja Pêncşemê 29.02.2024ê Odeya Bazirganiya Amerîkayê li Washingtonê civînek I bo pêşwazîkirina li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêkxist.

Di pêşwaziyê de hejmarek zêde ji berpirs, xwedîkar û veberhênerên diyar ên Amerîka û gelek kesayetên rewenda Kurdistanî yên niştecîhên Amerîkayê beşdarbûn, Serokê Hikûmetê gotarek pêşkeş kir û spasiya dostanî û piştevaniya Amerîka û şîrketên Amerîkayê ji ber veberhênana li Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Hikûmetê amaje bi karnameya çaksaziyên kabîneya nehem ên di warê hemû cure kirina aborî û bingehkirina jêrxaneke bihzê li Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji kompanya û veberhênerên Amerîkayê kir serdana Herêma Kurdistanê bikin û ji nêzîk ve derfetên veberhênanê yên di warên cuda de bibînin.  

 

Basnews

Top