• Saturday, 27 July 2024
logo

Welatên herî ewle yên cîhanê kîjan in?

Gulan Media February 21, 2024 Nûçe
Welatên herî ewle yên cîhanê kîjan in?

Enstîtuya Aborî û Aştiyê (IEP) 10 welatên herî ewle yên cîhanê eşkere kirin.

Li gorî lêkolînên Enstîtuya Aborî û Aştiyê, Swîsre di nava 10 welatên herî ewle yên cîhanê de cih digire.  

Şayanê bibîrxistinê ye ku Swîsre, yek ji wan welatan e ku herî zêde çekan hinarde dike.

Li gorî nûçeya Ekonomiyê parve kiriye, welatên herî ewle yên cîhanê ev in:

Swîsre: 1,339 puan

Swîsre tevî hinardekirina çekan jî bû welatê 10emîn yê herî ewle.

Japonya: 1,336 puan

Japona welatê 9emîn yê herî aştiyane ye.

Ji aliyê ewlehî û parastinê ve di rêza duyemîn de ye.

Slovenya: 1,334 puan

Slovenya cara ewil sala 2020an ket nava 10 welatên herî ewle.

Ji ber kêmbûna tawanan û metirsiya terorê, sala 2023yan jî cihê xwe parast.

Portugal: 1,333 puan

Portugal di demên dawî de, di aliyê aşitiyê de pêşkeftineke girîng bi dest xistiye.

Sala 2014an welat, ji qeyrana aborî derket. Ev jî bû sedema zindîbûna aboriyê û daketina rêjeya tawanan.

Sîngapûr: 1,332 puan

Sîngapur cara yekem e dikeve lîsteya welatên herî ewle û di nava 5 welatên herî bi ewle de cih girt.

Awisturya: 1,316 puan

Awisturya jî yek ji welatên herî bi hêz a lîsteyê ye û bû 5emîn.

Awisturya, sala 2022yan di lîsteya welatên herî aram de bûbû 4emîn.

Zelandaya Nû: 1,313 puan

Zelendeya Nû li herêma Asya-Pasîfîkê welatê herî ewle ye.

Lewra Zelendeya Nû, sala 2022yan di rêza 2yemîn de bû.

Îrlanda: 1,312 puan

Îralandaya ku sala 2022yan di rêza 8emîn de bû, îsal sêyemîn e.

Danîmarka: 1,31 puan

Danîmarkaya ku sala 2022yan di rêza 3yemîn de bû îsal duyemîn.

Danîmarka bi hikûmeta xwe ya ku baş rêveberiyê dike, kêmbûna xizaniyê û belavkirina adilane ya berhemanînan derdikeve pêş.

Bi awayekî balkêş, Danîmarka bû welatê duyemîn yê herî kêfxweş ê cîhanê.

Îzlanda: 1,124 puan

Îzlanda ji sala 2008an ve ango 16 sal in welatên herî aşitiyane ye.

Welatê Skandînavyayê yek ji welatê ku herî kêm kelûpelên leşkerî xerç dike ye.

Ji sala 2008an ve ji sedî 4 xirabûnek çêbûye.

Rapor vê zêdebûnê bi metirsiya teror û cinayetan ve girê dide.

Li aliyê din, Tirkiye di lîsteya welatên ewle ya Enstîtuya Aborî û Aştiyê de cih negirt.

Li gorî raporê ji 10 welatan 7 welatên herî ewle yên Ewropayê ne.

Herwiha Tirkiye di rêza 147emîn de, Sûriye (161), Yemen (162), Efxenîstanê jî di rêza 163yemîn de cih girt.

 

Rudaw

Top