• Saturday, 27 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Lazime zimanê dayik parastî be

Gulan Media February 21, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Lazime zimanê dayik parastî be

Serokê herêmê bo roja cîhaniya zimanê dayik peyamek belav kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê facebookê bo roja cîhaniya zimanê dayik peyamek belav kiriye û nivîsandiye; Di roja cîhaniya zimanê dayik de tekez li ser parastin, pêşde birina zimanê Kurdî û zimanê dayik bo tevahiya pêkhateyan û bihêztir kirina pir cureyiya ziman û çand li Kurdistanê û mafên xwendin, perwerde û hîn bûn û azadiya zimanê dayik li tevahiya cîhên ser erdê dikin.

Barzanî nivîsandiye; Di vê roja han de bi rêzdarî ve tevahiya wan kesên ku, xizmeta zimanê Kurdî û zimanê dayik ji tevahiya pêkhateyên Kurdistanê kirine, bibîr tînin û spasiya tevahiya wan dikin ku, bo parastina girîngtirîn nasnameya netewî ku, zimana dayike xizmet kirine.

Top