• Saturday, 27 July 2024
logo

Rojhilatê Kurdistanê…Kolberekî din bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin

Gulan Media December 4, 2023 Nûçe
Rojhilatê Kurdistanê…Kolberekî din bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin

 Kolberekî ciwan ê xelkê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberiyê li sînorê bajarê Bane bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve hat kuştin.

Li gor zanyariyan îro 04.12.2023yê kolberekî ciwan ê bi navê Ehwen Deştî yê temen 28 salî û xelkê gundê Mîredê ya ser bi bajarê Bane li ser sînorê Hengejale ya Bane bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin û heta naha termê wî radestî malbata wî nekirine.

Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw di amarekî de aşkera kir, ji destpêka îsal ve heta naha 17 kolber li sînorê Bane ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin.

 

Basnews

Top