• Saturday, 27 July 2024
logo

Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin

Gulan Media November 30, 2023 Nûçe
Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin

Di heyama 8 mehan de 16 kolber li sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw di raportekî de ragehand, di heyama 8 mehan de 16 kolber ku yek ji wan xortekî 17 salî yê bi navê Farûq Elîzade yê xelkê bajarokê Rebet e, li sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin.

Herwaha ji destpêka payîzê ve ango di heyama 70 rojan de jî herî kêm 82 kolber bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve li sînorê bajarê Bane birîndar bûne.

Ev raport jî derdixe ku di heyama 34 rojên dawiya îsal, kuştina kolberan li sînorê Bane zêde bûye, herwaha 6 kolber di mehekî de û bi giştî jî 16 kolber bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin.

Top