• Saturday, 27 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Divê em fedeyî ji ezmûna dewlemend a Japonê werbigirin

Gulan Media November 28, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Divê em fedeyî ji ezmûna dewlemend a Japonê werbigirin

Îro roja Sêşemê, 28ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê tevlî mersîmeke taybet a çalakî û projeyên Ajansa JICAyê ya Japonî bû, gotarek pêşkêş kir û behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Japonê û çend pirsên din kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di wê gotarê de dilxweşiya xwe diyar kir ku tevlî wê çalakiyê bû û Balyozê Japonê û berpirsê JICAyê li Îraqê û nûnerên din ên JICAyê jî li wê derê bûn.

Herwesa dilxweşiya xwe ji bo danûstandinên li ser kar, çalakî û projeyên Ajansa JICAyê ya Japonî û arîkarî û hevahengiyên wê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re diyar kir, ku di salên borî de di çend projeyên giring û cuda cuda de arîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Mesrûr Barzanî ragehand, “Eşkere ye ku dewleta Japonê ezmûneke gelek dewlemend heye ku li cîhanê cihê rêz û ecêbmanê ye. Ezmûneke ku divê em li Kurdistanê feydeyî jê werbigirin.

Paşî amaje da wê yekê ku gelê Japonî jî wekî gelê Kurd di qonaxên gelek giran ra derbaz bûye û gelek şer û malwêranî dîtine lê di ser wan hemî nexweşî û karesatan re mînakeke gelek serkeftî piştî şerê cîhanî nîşanî cîhanê da. Serokwezîrî got, “Piştî wan hemî wêrankariyan, Japoniyan dest bi proseyeka berfireh û tevalî ya avedankirina welatê xwe kir, ew jî tenê bi piştbestina bi hêz û sermayeyên mirovî”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Îro Japon di warên pîşesazî û teknolojiyê de yek ji mezintirîn û pêşkeftîtirîn welatên cîhanê ye, lewma em dikarin bibêjin ku ezmûna serkeftî ya Japonê ji bo me li Herêma Kurdistanê mifadêr e, taybet di warên weberhênanê di samanên xwezayî û avakirina nifşên nû li ser dahênan û karkirinê bi dilsozî û rêzgirtina demê û viyana welatî û parastina nasname û taybetmendiyên xwe de”.

Spasiya xelk û Hikûmeta Japonê jî kir û got, “Me gelek rêz û spasî ji bo xelk û Hikûmeta Japonê û taybet Ajansa JICayê hene ku di çend salên borî de di çend waran de arîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, taybet di piştevanîkirina çend projeyên xizmetkarî de di warên avê, avrêyan, kareba û çandinê, herwesa pêşxistina şiyanên mirovî û rahênankirina berpirs û karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de”.

Li dawiyê jî hêviyek kir û got, “Ez hêvîdar im ew rêzdarên korsên rahênanan li Japonê wergirtine an jî li Herêma Kurdistanê ji aliyê şarezayên Japonî ve rahênan pê hatine kirin feyde ji ezmûna dewlemend a Japonê dîtibe û ew şarezahiyên wergirtine di warên xwe de li nav dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kar bînin û rolê xwe di proseya pêşxistina jêrxaneya aborî û kargêrî ya Kurdistanê de bigêrin”.

 

K24

Top