Jineke hunermend a Rûsî ji ber bombebarana Ukrayna li ser dik a şano hat kuştin
![Jineke hunermend a Rûsî ji ber bombebarana Ukrayna li ser dik a şano hat kuştin](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20231122180224_original_21.jpg )
Jineke aktor û derhêner a Rûsî di dema konserekî xêrxwazî de ji ber bombebarana Ukraynayê li ser dik a şano hat kuştin.
Îro 22.11.2023yê malpera RT a Rûsî ragehand, duh 21.11.2023yê li bajarê Yekaterinburg a Rûsyayê di dema konserekî xêrxwaziyê ya ji bo leşkerên Rûsyayê hatibû rêkxistin, Ukraynayê du mûşek li salona konserê da û mûşekek li salona konserê ket. Piştre tîmên tenduristiyê geheştin cîhê hatî lêdan û piştre jî mûşekekî din li heman cîhî ket.
Hat ragehandin din wê êrîşa Ukraynayê de aktor û derhênera Rûs Polîna Menshekh ku di wê demê de li ser dike bû, bi giranî birîndar bû û piştre ji ber birîna wê giran bû jiyana xwe ji dest da.
Basnews