• Saturday, 27 July 2024
logo

Wezîrekî Îsraîlî gihişte Erebistana Siûdî

Gulan Media September 27, 2023 Nûçe
Wezîrekî Îsraîlî gihişte Erebistana Siûdî

Medyaya fermî ragihand ku Wezîrê Turîzmê yê Îsraîlê Haim Katz gihişte Riyada paytexta Erebistana Siûdî.

Li gorî medyaya fermî ya Îsraîlê, wezîrê geştiyariyê yê Îsraîlê dê du rojan serdana Erebistana Siûdî bike û dê li Riyadê beşdarî kongreya geştûguzariya cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, dê rayedarên pilebilind jî bicivin.

Di serdana xwe ya Riyadê de Katz got tûrîzm pirek e di navbera gelan de.

Berî niha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di salvegera şerê Cotmeha 1973ê de gotibû, 50 sal berê hinek welatên Rojhilata Navîn li dijî Îsraîlê bûne yek, lê îro hejmareke mezin ji van welatan dixwazin yekrêziyê bikin.

Di 20ê Mijdarê de, Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman gotibû ku peywendiyên Erebistana Siûdî û Îsraîlê roj bi roj asayî dibin.

Pêştir Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan ragihandibû, îmzekirina rêkeftina aştiyê di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de, di berjewendiya Rojhilata Navîn de ye û asayîkirina peywendiyên her du welatan girêdayî pêşketina proseya aştiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de ye.

Berî niha çend welatên Erebî yên Rojhilata Navîn, di nav wan de Erebistana Siûdî, di çarçoveya rêkeftinên Îbrahîm de, pêwendiyên xwe ligel Îsraîlê asayî kirin.

 

Basnews

Top