• Saturday, 27 July 2024
logo

Fewzî Herîrî: Dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye cîgirkirin

Gulan Media September 21, 2023 Nûçe
Fewzî Herîrî: Dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye cîgirkirin

 Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand, 25ê Sibata sala bê, ku ji aliyê Serokê Herêmê ve wek dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye diyarkirin, hatiye cîgirkirin.

Fewzî Herîrî ji Kurdistan24ê re ragihand, niha komîsyonê dest bi amadekariyan kiriye û tekez kir ku niha ti kêşeyeke siyasî li holê tune ye û hemû aliyên siyasî li ser wê rojê ji bo birêveçûna proseyê, li hev kirine.

Herîrî destnîşan kir, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, komîsyonê dest bi amadekariyan kiriye û ti kêşeyeke siyasî tune ye.

Herwiha ragihand: “Hilbijartin ji bo piştgirîkirina statuya Herêma Kurdistanê pêwîst e.”

Roja 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û hemû alî raspartin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.

 

Basnews

 

Top