• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Silêmaniyê kesek di mala xwe de hat kuştin

Li Silêmaniyê kesek di mala xwe de hat kuştin

Îro li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê, kesek ji ber sedemekî nediyar hate kuştin.

Kurmamê wî kesê hatiye kuştin vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 07.06.2023yê demjimêr 02.30ê ber bi sibehê ve kurmamê min li mala xwe de hatiye kuştin û 3 gule lê ketine.

Herwaha got: ‘’Mala wan li taxa Serçinar e û sedemê kuştinê jî em nizanin. Ji ber ti pirsgirêka wî li gel ti kesekî nebû û em li bendê ne polîs lêkolînê bike û sedemê wê ji bo me bê aşkera kirin û tometbar bê girtinê.’’

Kurmamê wî kesê hatî kuştin got: ‘’Navê kurmamê min Semed Arif e û temenê wî 41 sale û zewicî û xwediyê 3 zarokan e.’’

 

Basnews

Top