Li Mûşê ji ber rewşa hewayê dibistan bo rojekê hatin girtin
Ji ber şert û mercên neyênî yên rewşa hewayê, li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê roja Înê 31ê Adarê dibistan nayên vekirin.
Parêzgariya Mûşê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber rewşa hewayê û hişyariyên keşnasiyê, roja Înê 31ê Adarê, bo rojekê li seranserê parêzgehê perwerdehiya li dibistanan hatiye rawestandin.
Herwiha hat diyarkirin, dayik û bavên ku dixebitin û zarokên wan ên biçûk hene û kesekî ku li wan binêre tunebe, yek ji wan eger bixwazin dikarin neçin ser karê xwe. Herwiha karmendên ducanî û astengdar jî dikarin neçin ser kar.
K24