Dodan li ser dikê dibe weke bahozekê
Dodan Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Li bajarê Mûşê hate dinê û piştî demekê koçî rojavayê Tirkiye bûye.
Dodan wek Kurdekî ji tevahiya Tirkiye dengê gel bidest xist û di pêşbaziyê di nava gelek pêşbazan de bû yekem.
Ew xwedî dengekî taybet e. Dema ku derdikeve ser dikê temaşevan bicarekê sermest dibin û tevlî stranên wî dibin. Ew jî her ku germ dibe êdî nema tiştekî dibîne an dibihîze. Wê demê wek halekî transê lê peyda dibe û mîna ku ne li vê dinyayê be xwe tevlî rihê hunera xwe dike.
Helbet ne hêsan e ku mirov bikaribe li ser dikê bênavber ewqas demjimêr derbas bike lê Dodan ewqasî hez dike ji karê xwe bi saetan ji ser dikê nayê jêr.
Hunermendê Kurd Dodan heta niha heta niha albûmên bi navê “Be Naw li gel Murat Ozturk di sala 2005an de û Şabûn di sala 2010an de derxistine.
Rudaw