• Wednesday, 01 May 2024
logo

Erdogan: Li Tirkiye deverek bi navê Kurdistanê nîn e

Erdogan: Li Tirkiye deverek bi navê Kurdistanê nîn e
Serokomarê Tirkiyê gef li Hevserokê HDPê dixwe ku gotiye, li Kurdistanê dengên xwe bidin HDP û li rojavayê Tirkiyê jî bo hilweşandina AK Partî û MHP kar bikin. Erdogan dibêje, CHP û Îyî Partî bi HDPê re hevkarî dikin ku HDP dixwaze Tirkiyê parçe bike û got, li Tirkiyê deverek bi navê Kurdistanê nîn e.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

"… Hevserokê Partiya ku hevpeymana CHPê dibêje, li Kurdistanê dengên xwe bidin HDPê. Ma qey li Tirkiyê, herêma bi navê Kurdistanê heye? Madem weha ye, çima Kemal Beg bi kesên weha re diçe hilbijartinê. Ev Îyî Partî çawa bi kesên dixwazin Tirkiyê parçe bikin re hevkariyê dike. Ez dixwazim bînim bîra mileta xwe, werin 31'ê Adarê em derseke baş bidin wan hemûyan. Ka lê binêrin, dibêje li Kurdistanê deng bo HDP û li rojavayê jî bo hilweşandina AK Partî û MHP kar bikin."

K24
Top