• Friday, 17 May 2024
logo

Xetkêşê Kurd tabloyeke nirxê wê 20 hezar dolar çêkir

Xetkêşê Kurd tabloyeke nirxê wê 20 hezar dolar çêkir
Xetkêş Yehya Îbrahîm Hewlêrî dibêjet eknolojiyê bandoreke erênî li ser xetkêşiyê heye
Xetkêş Yehya Îbrahîm Hewlêrî ku ji 16 saliya xweve zêr dinexşîne, bi hûnera xwe ya xetkêşiyê ji zêr û zîv çend berhêmên balkêş dîzayn kirine.



Yehya Îbrahîm Hewlêrî da zanîn ku wî ji zêr û zîv çend tabloyên girîng çêkirine û got: “Girantirîn tabloya min ji zîv çêkiriye ku niha bo firotinê amade ye, nirxê wê dike 12 hezar dolar. Herwiha tabloyeke min ji zêr jî heye nirxê wê jî dike 20 hezar dolar. Destkariyekî zêde û westabûn têde heye lewma nirxê wan ew qasî zêde ye.”



Xetkêşê Kurd dibêje: “Bi min xetkêşî hunerekî girîng e û vê beşa hunerê nirxe xwe yê kulturî ji dest nedaye. Ji bo pêşxistina vê hunerê em sûdeke baş ji teknolojiya komputerê werdigrin.”



Xetkêş Yehya Îbrahîm Hewlêrî derbarê hunera xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.



Rûdaw: Li Kurdistanê nexşandina li ser zêr çawa dest pê kir?



Yehya Îbrahîm Hewlêrî: Min û çend kesên din li Kurdistanê di salên 90î de dest bi nexşandina zêr û zîv kir. Min hewl da kareke nû û serdemî bikim û xelkê Kurdistanê bi karê neqiş û nivîsa li ser zêr û zîv aşina bikim.



Zêdetirî 26 sal e karê xetkêşiyê dikim. Min çenda caran beşdarî di pêşangehên navnetewî yên xetkêşiyê de kiriye. Ji wan 6 caran li Tirkiye, 2 caran li Îmaratê û ji bilî van jî li Erebistana Siûdiyê, Malezya û Washingtonê beşdarî pêşangeha bûme. Li Kurdistanê nexşandina zêr û zîv dîrokek dûr û dirêj heye.



Nexşandina li ser zêr çi ciyawaziyek ligel nexşandina li ser dar û keviran heye?



Ciyawaziyên wan gelek in, hem amar û kelûpelên têde têne bikaranîn ciyawaz in û hem bikaranîna wan madeyan zehmetir e. Ligel vê yekê pîşeya zêr pîşeyeke taybet e û karkirina ligel zêr şaristanike zêde dixwaze û divê mirov bi awayekî hûrgilî li ser kar bike. Lê karkirina li ser zîv hinek asantir e, çimkî madeya wê nermtir e.



Nirxê tabloyên zêr û zîv dikin çend?



Girantirîn tabloya min ji zîv çêkiriye ku niha bo firotinê, nirxê wê dike 12 hezar dolar. Herwiha tabloyeke min ji zêr jî heye nirxê wê jî dike 20 hezar dolar. Destkariyekî zêde û westabûn têde heye lewma nirxê wan ew qasî zêde ye. Madeyên wan bixwe giran e.



Li Herêma Kurdistanê heta çi qonaxa girîngî bi hunera xetkêşiyê tê dayîn?



Li gor beşên din ên hunerî girîngiyeke kêmtir bi vê bêşa hunerê tê dayîn. Dibistan an jî peymangeheke taybet bo xetkêşiyê nîne. Li zanîngeha nayê xwendin. Lê niha ez dibêjim biçek aşinabûn û meraq xelkê zêde bûye li beramber vê beşa hunerê.



Te ji bo hunera xetkêşiyê sûd ji ezmûna kijan hunermendan wergirtiye?



Bêguman min zêdetir sûd ji ezmûna hunermendên Îran û nexşesazên Tirkiye wergirtiye, çimkî ew bêhtir li ser tabloyan kar dikin. Spas bo Xwedê derfeta min hebû ez ligel hunermend, wêjenas, helbestvan, aktor û kesayêtên navdar kar bikim. Ji bo serkevtinên min ez çend caran beşdarî pêşbirkan bûme û di pêşangehên navnetewî de hatime xelatkirin.



Xêtkeşî ji bo te tenê huner e, yan jî aliyê bazirganî jî heye?



Wek hunerên din divê kesê ku keda xwe dide xetkêşiyê qezenceke wî/wê hebe û ew jî dibe wek handan. Karê tu dikî di heman demê de dibe çavkaniya madî ya jiyana te.



Ji ber çi di tevahiya pêşbirkên xetkêşiyê de ayetên Quranê têne bikaranîn?



Hunera xetkêşî ji berê ve li mizgeft û zaviyan hebûye. Ev yek jî bûye sedem ku nivîs zêdetir olî bin. Lê li Kurdistanê bi taybetî em girîngiyê bi nivîsandina Kurdî didin. Minak em sûde ji şiîrên şairan werdigrin.



Kijan xetkêşê Kurd bandor li ser te hebûye?



Li Hewlêrê mamosteyên gelek baş ên xetkêşiyê hene. Yek ji wan mamosteyan ê ku ez pê şanaziyê dikim mamosta Necat Erbîlî ye. Ew li Hewlêrê wek şêxê xetkêşiyê tê naskirin. Herwiha mamoste Ehmed Ebdulrehman jî yek ji wan mamosteyan e ku gelek jêhatî ye. Destxeta wî gelek ciwan e. Ew li ser asta cîhanî binavûdeng e.



Teknolojî karîgerî li ser hunera xetkêşiyê heye?



Bi min hunera xetkêşiyê hunerekî gelek bi nirx e, û girîngiya xwe ya hunerî ji dest nedaye, bêguman hinek guhertin heta astekê karîgeriyê li ser vê hunerê jî dike. Ji bo pêşxistina vê hunerê em sûdeke baş ji teknolojiya komputerê werdigrin. Bi taybetî di dema dîzaynkirin û şêwazê wê de gelek sûda teknolojiyê heye. Lê keda dest nirxê xetkêşiyê bilind dike. Niha nivîsa bi dest zêdetir daxwaz li ser heye û wek hunereke ciyawaz tê dîtin.

Rudaw
Top